dissabte, 20 d’agost del 2016

Ji hevgirtineka navnetewî ber bi azadiya Öcalan ve Daxuyaniya Yekîtiya Ciwanên Rojava

Di dema ku moderniteya kapitalîst dixwaze amre xwe dirêj bike di riya valakirina naveroka gerdunê de bi taybet mejiyê mirovan yên ku bûye listokek di destên desthilatdaran de heta ku ev meji nema dizane çi li derdora wî heye u çi xeterî li ser mirovahî u zindî tê kirin. Ji destpeka avakirina bajarbûna sumerê û pêşxistina wî li ser destên desthilatdaran di van sedsalan dawî de heta roja me ya îro, her kesen li hemberî cenaveyên kapîtalîsm disekînin ber bi tunbûne ve diçûn. U di heman demê de sîstema kapîtalizm binpêkirin û xirabkirina zagonên xwezayî dike bi taybet di rojhilata navîn de û naxwaze ku gelên ve heremê bi hev re bi aşitî u aramî jiyan bikin.

Lê belê di nava vê kaosê de kesek serî rakir û got bes e ji tunekirina mirovahiyê re u xwezayê re û bes e bi zordariye re û dest bi tekoşîna ji bo avakirina sîstemeke nû kir, sîstema ku hemû gelan û netewan bi aşitî bi hev re jiyan dikin li ser esasî azadiya jinê û parastina xwezayî. Yê ku ev sîstem jî avakir felesofê gelan Abdullah Öcalan e. Yê ku li hemberî qirkirina netewan û berjewendiyên dewletên desthilatdar disekine. Lê van desthilatdaran komployekê navnetewî di 15 sîbatê de sala 1999 çêkirin. Ev komplo di şexsê Abdullah Öcalan de iradeya azadiyê ya gelên rojhilata navîn heft girt. Ji wê demê de Abdullah Öcalan di girtîgeha Imralî de ye.

Lê ji bo ku gelên vê heremê ber bi listokên qirej yê kapîtalizmê ve nerin, ji bo jiyaneka hevbeş û konfederal sîstema netewa demokratîk avakir. Di hindurê naveroka sîstema netewa demokratîk de sosyolojiya azadî û edaleta civakî ya ku hemû mirov wekhevî jiyan dikin û pêşengtiya ciwanan û parastina xwezayî û azadiya jinê ji bo avakirina civakeka exlaqî û politîk. Û encamê vê siŝtema demokratîk şoreşa Rojava û federasyonê Bakûrê-Sûrî bû, di nava vê de hemû pekhateyên civakê cih digrin û van pekhateyên sîstema xwe parastinê avakirin û li hemberî dijmîne mirovahiyê Daaeş disekinin.

Lê ev sîstema ku hatî avakirin ne li gorî berjewendiyên desthilatdaran e. Ji ber vê yekê tecrîd li ser Abdullah Öcalan di girtîgeha Imralî de hatîye çêkirin ji 5 nîsanê 2015, bi taybet piştî ku AKP nexwest pevajoya aşitîyê berdewam bike û çareseriyê ji gelê heremê re çêbibe. Ev pevajoya ku Abdullah Öcalan destpêkirî armanca wî avakirina pêserojeka demokratîk e, ne tenê ji gelê kurd û tirk re lê ji hemû gelên cîhanê re.

Em wekî ciwanên rojava yên ku bi paradigma Abdullah Öcalan xwe bi rêxistin dikin, banga me ji hemû gelan re û hêzen demokratîk re û bi taybet bi ciwanan re ku dest bi çalakiyan bikin û zext li ser hikumetên xwe bikin ku hevdîtin bi Abdullah Öcalan re tên çêkirin û agahî ser rewşa wî bên dayîn ji ber jiyana wî di xeteriye de ye, bi taybet di vê rewşa awarte ya ku di Tirkiye de tê jiyan kirin de. Ji ber ev tecrîd li dijî mafên mirovan e û ji ber komployekê navnetewî yê hemû hêzen demokratîk pêwiste tekoşîn ji bo azadiya Abdullah Öcalan bikin.

Têkoşîn ji bo azadiya Abdullah Öcalan têkoşîn ji bo azadiya gelan e!
Azadiya Abdullah Öcalan azadiya jinê ye!
Azadiya Abdullah Öcalan azadiya ciwanan û pêşengtiya van ji civakê re!

Komîteya Pêwendiyên Diplomasî ya Yêkitiya Ciwanên Rojava (YCR)

0 comentaris:

Publica un comentari a l'entrada